Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Piştgiriya boriyên avê ji Şaredariya Bajarê Mezin ji bo cotkaran

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo pirsgirêka avê li taxa Ergîn ya navçeya Lîceyê çareser bibe alîkariya 300 metre borîyên avê da.

Ji bo kar û xebatên zîreetê berfirek bibin û pêş bikevin Serokatiya Daîreya Kar û Barên Mixtaran ya Şaredariya Bajarê Mezin piştgiriyê dide cotkaran. Ji bo çareserkirina pirsgirêka avê ya li Taxa Ergîn a li navçeya Lîceyê alîkariya 300 metre boriyên avê da. Boriyên avê bi destê xebatkarên Serokatiya Daîreya Kar û Barên Mixtaran hate teslîm kirin û ev borî li şûna yên têkçûyî danîn.

Mixtarê Taxa Ergînê Gökhan Gülten, destnîşan kir ku ew debara xwe bi zîreet û sewalkariyê dikin, 5 hezar donim zeviyên wan ên bên avdan hene, ji zûdeye ku boriyên wan ên avê têk çûbûn ji ber wê çendê jî dema avdanê pirsgirêkan wan derdiketin, anîn ziman ku serî li şaredariyê dane û alîkarî ji wan xwestine. Ji bo çareserkirina pirsgirêka wan Gülten, spasiya Şaredariya Bajarê Mezin û Şaredariya Lîcê kir.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan