Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Projeya ‘Bajarê heywanparêz Amed’ dest pê kir

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli di çarçoveya projeya “Bajarê heywanparêz Amed” de qabên boz ad û ava heywanên kuçeyan hatine danîn seh kirin û li Meydana Şêx Saîd ji bo çivîkan zad danî nav alîkan.

Serokatîya Daîreya Karûbarên Tenduristî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya projeya “Bajarê heywamparêz Amed” de ji bo heywanên kuçeyan bikaribin avê vexwin û zadî tê de bixwin qabên zadî li kuçeyan bi cih kirin. Proje li Parka Benûsenê ya Sûrê hate destpêkirin, Hevşaredarê Bajarê Mezin Selçûk Mizrakli, Hevseroka Şaredariya Sûrê Filiz Buluttekin, Nûnera Amedê ya HAYTAPê Sevgi Emekçiler, endamên meclisa şaredariyê, alîkarên sekreterê giştî, serekên daîreyan û heywanhez di vê bernameyê de amade bûn. Li gorî projeyê dê qabên avê li 110 deverên bajêr bên bicihkirin. Proje, dê ji aliyê Baroya Amedê û HAYTAPê ve bi hevparî bête meşandin.

Hevşaredar Mizrakli, alîkên zadî û avê yên li Parka Benûsenê seh kirin û tîşortê li ser wan, “Bajarê Heywanparêz Amed” li xwe kirin. Der barê projeyê de axaftin hatin kirin û Mizrakli got, bila Meydana Şêx Saîd bibe meydaneke wisa ku dengê wîçwîça çivîkan lê deng vede. Di bernameyê de bang li welatiyan hate kirin ku bo heywanên tereke qabeke avê jî hûn deynin û banga hestyariyê kir.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan