Rêveberiya Sîteya Sîmsarên Xwerekan serdana Mizrakli kir
Rêveberiya Sîteya Sîmsarên Xwerekan a Amedê, serdana Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli kir.
Serokê Sîteya Sîmsarên Xwerekan a Amedê Nîhat Salmiş ligel Endamên Desteya Rêveber, serdana Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli kir. Salmiş û endaman destxweşiya Mizrakli kir û serkeftin jê re xwest.
Mizrakli ji ber vê seredana wan spasiya mêvanên xwe kir û di hevdîtinê de pirsgirêkên rêveberiya sîteyê dan ber behs û axaftinê.
