“Rojên Şanoya Gerok a Zarokan” dest pê kir
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi mebesta zarokan li kuçeyan bixe nav hunerê “Rojên Şanoya Gerok a Zarokan” li dar dixe, bernameyên zarokan li Erganî û Bîsmîlê dest pê kirin.
Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandê û Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi mebesta hunerê daxîne nav kuçeyan “Rojên Şanoya Gerok a Zarokan” li dar dixe. Bernameya pêşîn li Erganî û Bîsmîlê û bi pêşandana şano, pandomîm, jonglêr û palyaçoyê dest pê kir. Bername 7 rojan dê li navçeyên Lice, Karaz, Çinar, Pasûr, Farqîn, Gêl, Hezro û Pîranê dewam bike û 26ê tîrmehê bi dawî bibe.
Di çarçoveya bernameyê de zarok dê lîstika pandomîm “Ya Mîmdo lê digere”, şanoya “Sê Ezezok” û pêşandana jonglêrê “Performansa Bingo” temaşe bikin. Her weha “Balona Spî”, “Qeşmer û Pêşmer” jî tên pêşandan.
