Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Rojnamegerên jin serdana Walî Guzeloglu kir

Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, li meqamê xwe yê Îçkaleyê rojnamegerên jin ên di rojname û TVyên neteweyî de dixebitin, kirin mêvan.

Rojnamegerên Jin ku ji bo piştgiriya dayikên ber avahiya HDPê hatine Diyarbekirê, berê hevdîtinek bi dayikan re pêk anî.

Rojnamegeran diyar kir, ku ew bi ser navê hemû dayikên Tirkiyeyê bo hembêzkirina dayikên Diyarbekirê hatine.

Rojnameger, piştî avahiya bajêr a HDPê derbasî meqamê parêzgeriyê bûn û ligel Rêzdar Guzeloglu rûniştin.

Rojnamegeran, di wezîfeya nû de daxwaza serkeftinê li Guzeloglu kirin.

Rêzdar Guzeloglu, der barê xizmetguzariya şaredartîya li Diyarbekirê de agahî dan rojnamegeran.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan