Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Rûberê Çermûgê diguhere

Şaredariya Bajarê Mezin ji bo navçeya Çermûgê şên û avedantir bibe û bale bikêşe sere xwe hin projeyan dimeşîne.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo Germavên Melîke Belqisê, şûngehên tarîxî û xwezayî yên xwedî potansiyela turîzmê ne derxe pêş zend û bendên xwe badan.

Li gorî projeyê Çarsûya Çermûgê ku ji ber barînan bêserober bûye û binesaziya wê têk çûye ligel cadeya kevin a Siwêregê dê bêne çakkirin. Rûberê dervê yê dukan û avahiyên ser van rêyan dê bêne nûkirin û kêmasiyên binesazî û seresaziya wan bêne tekûzkirin.

Di demên pêş de Hemama Serayê ya li Çarsûya Çermûgê dê wek muzeya bajêr bête veguherandin û bikeve ber xizmeta turîzmê.

Avahiya xizmetê ya şaredariyê tê çêkirin

Avahiya xizmetê ya şaredariyê dê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve bête çêkirin û avahî dê li gorî mîmariya bajêr be.

Cihê avahiyê bi giştî dê ji jêrzemîn, zemîn, 3 tebeqe li ser 3 hezar û 360 metrekareyê be û8 berdêla îhaleya wê jî 7 milyon û 593 hezar lîre digire.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan