Şahiyên Parka Koşuyolûyê dest pê kirin
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, dê şahiyên ber hewayê li dar bixe, dê tê de konser, gotûbêj, panel û fîlm hebin û heta 18ê tebaxê bidomin, dest pê kir. Slogana şahiyan “Jiyan ya me ye, gotin ya me ye” û di bernameya ewil de Hîvron û Mikail Aslan stranên xwe gotin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi serpereştiya Serokatiya Daîreya Xizmetên Çandî û Civakî şahiyên ber hewayê bi slogana “Jiyan ya me ye, gotin ya me ye” li dar dixe. Şahî li Parka Koşuyoluyê bi beşdariya Hevşaredar Dr. Selçûk Mizrakli, parlamenterên HDPê û komeke qerebalix a gel dest pê kir.
Bername, bi axaftina Hevseroka HDPa Amedê Hulya Alokmen Uyanik dest pê kir, paşê Hveşaredar Mizrakli axaftineke kin kir û bal kişand ser giringiya bernameyên weha di nav gel de. Piştî axaftinan, stranbêj Hîvron bi stranên xwe demeke xweş bi beşdaran borandin, piştî Hîvron, stranbêj Mikaîl Aslan stranên xwe gotin û bername bi dawî bû.
