Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Şanda Weqfa KAMERê serdana Mizrakli kir

Seroka Giştî ya Weqfa Navenda Jinan Nebahat Akkoç, serdana Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli kir.

Seroka Giştî ya Weqfa Navenda Jinan (KAMER) Nebahat Akkoç ligel endama desteya rêveber Ayten Yakut Sungu û nûnera Amedê Hayriye Aşçioglu serdana Hevşaredarê Bajarê Mezin Dr. Selçûk Mizrakli kir. Di serdanê de endamên Beşa Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin jî amade bûn.

Seroka Giştî ya Weqfa KAMERê Nebahat Akkoç, di xizmetguzariya nû de ji Mizrakli re serkeftin xwest. Di serdanê de pirsgirêkên jinan hatin axaftin, Mizrakli, kêfxweşiya xwe bi serdanê derbirî û spasiya Nebabat û şanda pê re kir.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan