Şanda Zanîngeha Marmarayê serdana Mizrakli kir
Seroka Beşa Rêveberîyên Herêmî ya Faulteya Zanistên Sîyasî ya Zanîngeha Marmarayê Aynûr Atmaca Can ligel şandeyekê serdana Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli kir.
Seroka Beşa Rêveberîyên Herêmî ya Faulteya Zanistên Sîyasî ya Zanîngeha Marmarayê Aynûr Atmaca Can ligel Hîndekar Dr. Funda Budak û Serokê Platforma Yekitiya bo Sifir û Madenan Suleyman Deniz Seyrek û Berdevka Platformê Saime Sertkaya serdana Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli kir.
Hevşaredar Mizrakli şande bi hev re pêşwazî kir û kêfxweşiya xwe bi vê serdanê derbirî. Di serdanê de mêvanan der barê xebatên xwe agahî dan Mizrakli û di serdanê de li ser potansîyela turîzma bajêr axaftin hatin kirin.
