Şanoger Yalçinkaya hate bibîranîn
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dr. Selçûk Mizrakli, serdana gora şanoger Mehmet Emin Yalçinkaya kir. Yalçinkaya di 11ê tebaxa 2018ê de çûye ber rehma Xwedê, tê zanîn ku vî şanogerî 25 salan di bin banê Şanoyên Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de bo şanoyê xizmeteke mezin kir.
Şanoger Mehmet Emin Yalçinkaya sala par di 11ê tebaxê de çûbû ber rehma Xwedê. Yalçinkaya li ser mezelê xwe yê li Goristana Yenîkoyê hate bibîranîn. Hevşaredar Mizrakli, malbata şanogerî, hevalên wî û hezkiriyên wî di yadgarê de amade bûn. Yalçinkaya 25 salan xizmeta şanoyê kir, ji bo Yalçinkaya duda hatin kirin.
Di yadgarê de hevalê Yalçinkaya Kemal Ulusoy axaftinek kir û behsa xebat û dilsoziyê şanogerê nemir kir. Pê re şaredar Mizrakli jî xembariya xwe bi hevalbendên wî re parve kir û piştî axaftinan qurnefîl danîn ser mezelê şanogerî.
