Şanoya Bajêr vedigere rewşa berê
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli, li Şanoya Bajêr a berê saxtî kirin û got ku ew ê li gorî rewşa wê ya berê ji nû ve ava bikin.
Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, dema qayum wek depo hate bikaranîn û bo rizyanê hate terikandin. Niha şanoya bajêr ji nû ve wek berê tê nûkirin. Di vê salona şanoyan de bi sedan panel, gotûbêj, şano û pêşangeh hatine lidarxistin. Hevşaredar Mizrakli rewşa venûkirina şanoyê seh kir û agahî ji Serokê Daîreya Karûbarên Çand û Civakî Yavuz Akkuzu wergirtin.
‘Şanoya Bajêr wek berê şox û şeng dibe’
Mizrakli bal kişand ku Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo bajêr xwedî cihekî giring e û di bîra bajêr de cihekî xwe yê taybet heye. Mizrakli diyar kir ku piştî xebata nûvekirinê Şanoya Bajêr dîsa dê bibe cihekî bi şox û şeng û got ku demeke pêş ew ê dîsa wê bidin ber xizmeta xelkê bajêr.
