Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Şaredarî 150 rawestgehan li navçeyan cîbicî dike

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo xizmetguzariya hatûçûnê bi rêkûpêktir bibe ji bilî navenda bajêr dê 150 rawestgehên pasan/otobûsan li ser rê û rêbarên navçeyan dabîn bike.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo şêniyên Diyarbekir di warê hatûçûnê de xizmetguzariyeke bi konfêr û rehet bi encam bide xebatên xwe berdewam e.

Serokatiya Daîreya Hatûçûnê, li ser rê û rêbarên Erxenî, Çermûg, Çangûş, Karaz, Henê, Pîran, Pasûr, Çinar, Rêya Kirvana Çinarê û rêya navbera Diyarbekir û Farqînê li hin deverên destnîşankirî dê 150 rawestgehên otobûsan yên bi pîvera 300x70 cm bi cih bike.

Xebat li Erxenê berdewam e

Şaredariya Bajarê Mezin, di navbera Diyarbekir û Erxenê de li deverên diyarkirî dest bi cîbicîkirina 47 rawestgehên otobûsan kir.

Ji bo lêkirina rawestgehan hîmê wan hate danîn û di nava vê hefteyê de dê dest bi montajkirina rawestgehên bi dilqê çolteriyê bête kirin.

Serokatiya Daîreya Hatûçûnê, 103 rawestgehên din ên ji bo rêwiyan dê li ser rêya Çangûş, Karaz, Henê, Pîran, Licê, Pasûr, Hezro, Çinar, Kirvana Çinarê û Farqînê dabîn bike.

Şaredariya Bajarê Mezin, lê dixebite ku vê xebata cîbicîkirina rawestgehên navçeyan di nava 2 hefteyan de pêk bîne.

Her weha ekîbên şaredariyê, rawestgehên kevin ku bêserober bûne dê hilîne û çaksaziyeke baş li wan bike.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan