Şaredarî bo Cejna Qurbanê amade ye
Cejna Qurbanê 11ê tebaxê dest pê dike, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê amadekariyên xwe yên bo cejnê kirin, plansaziya xwe danî, bi şaredariyên navçeyan re raya xwe kir û cihên serjêkirin û kirrîn-firotina qurbanan destnîşan kirin.
Îsal Cejna Qurbanê di navbera 11 û 14ê tebaxê de ye, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo welatî cejna xwe pak derbas bikin, şaredariyê cihê firotin û serjêkirina qurbanan diyar kirin. Bi boneya Cejna Qurbanê li Salona Meclisê ya şaredariyê civîneka tevdîran bi şaredariyên navçeyan re hate pêkanîn. Serokê Daîreya Karûbarên Tenduristiyê Vahap Saçaklidir der barê tevdîrên Cejna Qurbanê de agahî dan.
Cihên firotin û serjêkirina Qurbanan hatin aşkerekirin
Li gorî vê, cihên firotina heywanan weha ye; Borsaya Heywanan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, hemberî Goristana Yenîkoyê, bin Lîseya ÎMKBê ya li Taxa Peyasê, li Şehîtlixê beramberî cihê komirê yê hemberî Otogarê û çewlikên li Taxa Çarixlîyê.
Cihên serjêkirina qurbanan jî weha ye; Borsaya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku li ser rêya Mêrdînê navçeya Sûrê ye, Kombînaya May-Etê û Kombînaya Guler-Etê. Li Navçeya Yenîşehrê jî li pişt Avahiya Etapa 1 ya TOKÎyê ya Şîlbeyê, Bazara Semtê ya Sabit a TOKÎya Uçkuyularê, li semta Şehitlixê beramberî cihê komirê ya hemberî Otogarê, seheya çîmento ya nav Lojmanên Kurdoglu ya Ofîsê û otoparka Carrefour-SA ya li Bulvara Mehmet Akif Ersoyê. Li Baglarê cihê otoşûştinê yê Fermandariya Hêzên Hewayî ya 2yan. Li navçeya Peyasê li nik pergala germkirinê ya berê ya Lojmanên Emniyetê, Cihê Bazara Gundan a Şaredariya Peyasê û Bazara Organîk a taxa Medyayê.
Di cejnê de gelek kar dê bên meşandin
Serokatîya Daîreya Karûbarên Tenduristiyê, di tevahiya cejna qurbanê de dê li cihên serjêkirina qurbanan beyteran wezîfedar bike û heke hato qurban revîyan dê ekîbên destwerdanê amade bin. Dê li cihên qurban serjêkirinê ekîbên dezenfeltekirinê hebin û bo pêşû û mêşan jî dê derman bên reşandin.
Serokatîya Daîreya Karûbarên Parastin û Kontrolkirina Jîngehê jî, dê li cihên firotin û serjêkirina qurbanan karê paqijiyê bike. Dê konteynirên sergoyan li van cihan bêne bicihkirin û tûr û kîsik dê bêne dabînkirin û paqijî berdewam bête kirin.
Serokatîya Daîreya Zabiteyan jî, dê li cihên destnîşankirî ekîbên xwe wezîfedar bike û nehêle ji bilî cihên destnîşankirî firotin û serjêkirina qurbanan çêbe. Dê li goristanan dijî parsek û seyarfiroşan tevdîr bêne girtin. Ji bo dema serdana mezelan alozî çênebe, ekîbên zabiteya trafîkê jî dê hatûçûnê kontrol bike.
Serokatîya Daîreya Veguhastinê, arife û piştî nivêja cejnê ji bo welatî bi rehetî biçin ser goristanan dê rîngên wesayitan saz bikin. Serokatîya Daîreya Îtfaiyê jî, ku pêdivî çêbû dê wesayitên xwe bo cihên serjêkirin û firotina qurbanan bixe nav tevgerê û alîkariyê bike. Serokatîya Daîreya Park, Baxçe û Şînkahiyan jî dê bi tankerên avê di amadebaşiyê de be. Midûrtiya Giştî ya DÎSKÎyê dê pirsgirêka binesaziya cihên destnîşankirî çareser bike. Heçî Serokatîya Daîreya Karûbarên Fenî û Serokatîya Daîreya Çêkirina Rê û Kordînekirina Binesaziyê ye, di maweyê cejna Qurbanê de dê di amadebaşiyê de be, ku hewceyî pê bû demildest dê bikeve tevgerê û bi hawarê biçe.
