Şaredarî dêr û mizgeftên bajêr dişû û dimale
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li seranserê bajêr dest bi karûbarên paqijiya îbadetxaneyan dike.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, berî Cejna Qurbanê bi mebesta hemû îbadetxaneyên bajêr rewşa hîjyeniyê durist bibe û xelkê bajêr bi rehetî bikaribe îbadetê xwe bîne cih, xebata xawênkirinê dide destpêkirin. Serê pêşîn karûbarên paqijiyê li 48 mizgeft, 2 dêr û 1 cemxaneyê tê kirin, di çarçoveya paqijiyê de mehfûr, avize, cihê pêlavan, hewş, destav û destşok bi sertapê tên şûştin da ku xelkê bajêr bi rehetî bikaribe îbadeta xwe bike. Ekîbên 10 kesî di bin banê Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrolkirina Jîngehê de ji 29ê tîrmehê ve heta 10ê tebaxa 2019ê dê zend û bendan bade û paqijiya perestgehan bike.
Xebatên paqijkirinê di dawiya heyva hezîranê de dest pê kirine û heta niha xebatên fîzîbîtîleyê dihatin kirin û tê çaverêkirin, ev xebat piştî cejna Qurbanê jî dewam bikin. Bi vî awayî plan ew e ku salê 3 caran li hemû îbadetxaneyên bajêr paqijî bê kirin.
Şaredariya Bajarê Mezin der barê mijarê de daxuyand û got, “Ji bo gelê me îbadetê xwe di rewşeke paqij û rehet bike, wek rêveberiya xwecihî çi bar bikeve ser milên me em ê pê rabin.”
