Şaredarî di cejnê de li nik xizmên nexweşan bû
Şaredariya Bajarê Mezin, xizmên nexweşan ên ji navçe û bajarên derdorê hatine nexweşxaneyên bajêr û li mêvanxaneya şaredariyê dimînin, di Cejna Qurbanê de bi tenê nehiştin.
Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, xizmên nexweşan ên ji navçe û bajarên derdorê hatine nexweşxaneyên bajêr û li mêvanxaneya şaredariyê dimînin dîtin û Cejna wan a Qurbanê pîroz kir.
Serokê Daîreya Xizmetên Civakî Hayrullah Akyildiz, li mêvanxaneya Şaredariyê serdana xizmên nexweşan da û silavên Walî Munîr Karaloglu ji wan re got û eyda wan pîroz kir û ji bo kesûkarên wan daxwaza saxî û silametiyê kir.
Akyildiz, cejna xizmên nexweşan bi diyarîkirina şekir, loqim û qolaniyê pîroz kir û li zarokan jî lîstokên cur bi cur kirin diyarî.
Xizmên nexweşan ji ber wan ew bi tenê nehêlane kêfxweşiya xwe anîn û spasiya xwe pêşkêşî Şaredariya Bajarê Mezin kirin.
