Şaredarî di festîvala gastronomiyê de
Şaredariya Bajarê Mezin, bi piştgiriya Wezareta Çand û Turîzmê bi boneya “20 Mijdarê Roja Mafên Mirovan a Zarokan a Cîhanî” di festîvala li Bajarê Antîk ê Patara hate lidarxistin de cihê xwe girt.
Serokatiya Daîreya Çand û Civakî, bi mebesta danasîna nirxên bajêr beşdariyê di helkeft û mîhrîcanên navnexweyî de dike.
Li navçeya Kaşê ya Antalyayê Festîvala Gastronomî Çand û Hunerê bi beşdariya aşpêjên biçûk hate lidarxistin.
Şaredariya Bajarê Mezin bi ekîba 18 kesî ya Lîstikên Gel a Diyarbekirê bi govenda herêmî beşdarî vê mîhrîcanê bû.
Zarokan di pêşandana xwe de nimûne ji govendên Diyarbekirê pêşkêş kirin û bala beşdaran kişand ser xwe.
Mîhrîcan bi pêşkêşkirina govendên zarokan û lîstikên cur bi cur bi dawî bû.
