Şaredarî kontrolên xwe didomîne
Serokatîya Daîreya Karûbarên Tenduristî ya Şaredariya Bajarê Mezin, li tevahiya bajêr esnaf û bazgehên neftgazê raçavî kirin.
Ekîbên bi ser Midûrtiya Şaxa Raçavkirina Ruxsedan a bi ser Serokatîya Daîreya Karûbarên Tenduristiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin, li seranserê bajêr bazgehên neftgazê û firoşgehên kelûpelên gelemperî di warê ruxsed û destûra karguzariyê de raçavî kirin. Raçavkirin bêrawestan dewam dikin.
Ekîbên bi ser Midûrtiya Şaxa Raçavkirina Ruxsedan a bi ser Serokatîya Daîreya Karûbarên Tenduristiyê, li navçeya Baglarê bazgehên neftgazê yên li ser Cadeya Cemiloglu û Sunayê di warê ruxseda neftgazê û Ipgê, meydan, tûpên şewatê, belgeya gerînendeyê berpirsyarê Ipgê, belgeya tse, sertîfîkaya bikêrhatinê ya xebatkaran, paqijiya giştî û marketa cihê firotina xwerekî de raçavî kirin.
Ekîbên bi ser Midûrtiya Şaxa Raçavkirina Ruxsedan a bi ser Serokatîya Daîreya Karûbarên Tenduristiyê, xwerekê li marketên neftgazê seh dike û dinêre dema wan ka bi ser ve neçûye û xwedanên van kargehan jî der barê vê yekê de hatin agahdarkirin.
Ekîbên bi ser Midûrtiya Şaxa Raçavkirina Ruxsedan a bi ser Serokatîya Daîreya Karûbarên Tenduristiyê, piştî kontrol û raçaviya li bazgehên neftgazê berê xwe dan cadeya Ahmet Bilgin.
Ekîban, ruxsedên esnafên ser Cadeya Ahmed Bilgin raçavî kirin û der barê kêmasiyan de hişyarî li esnafan kirin.
Serokatîya Daîreya Karûbarên Tenduristiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin, li seranserê bajêr dê raçavîya li bazgehên neftûgazê û esnafan bidomîne.
