Şaredarî kursa rêsandinê dide kesên çavnebîn
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo kursîyerên çavnebîn kursa makromeye (rêsandinê) vekiriye, kursiyer di kursê de gelek destkariyan dirêsin û pê debara xwe dikin.
Serokatîya Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta welatiyên astengdar jî beşdarî aktîvîteyên jiyanê bibin, xebatên xwe didomîne. Midûrtiya Şaxa Astengdaran, bi ÎŞKURê re ji bo astengdarên dîtinê kursa rêsandinê vekir. Kurs li Sumerparkê ye û 12 astengdar jê sûdê werdigirin. Kursiyer 2.5 mehan dê kursê berdewam bin û rojane yewmîyeya wan jî 35 TL ye û maweyê kursê jî GSSya kursiyeran tê razandinê.
Perwerdekarên taybet bi astengdarên dîtinê re mijûl dibin
Kursa rêsandinê hefteyê 5 rojan û her roj 5 saetan didome, 2 perwerdekarên pispor di bin banê Navenda Perwerdeya Gel de wezîfeyê dikin. Perwerdekar, di kursê de perwerdeya pîşezaniyê nîşanî kursiyeran didin, perwerdekarê taybet jî bi pirsgirêkên astengdaran re mijûl dibe.
Kursiyer destkariya di kursê de dirêsin, bo debara wan jî dibe alîkar. Piştî kursê dê sertîfîkayê bidin kursiyeran.
