Şaredarî li parkan ‘spora spêdê’ dide destpêkirin
Şaredariya Bajarê Mezin, li 4 parkên bajêr bi hêmaya “spora spêdê” ji 12ê kewçêrê pê de her dawiya hefteyê bi serperiştiya rahênerên pispor dê saet di navbera 06:00 û 09:00ê de rahênana sporê bide welatiyan.
Şaredariya Bajarê Mezin bi talimata Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, bi temaya “Spora Serê Sibê” di bin banê Serokatîya Daîreya Spor û Ciwanan de dê dawiya hefteyê rahênanên werzîşî bi welatiyan re bike.
Rahênan ji aliyê pisporên bi ser Serokatîya Daîreya Spor û Ciwanan ve tên birêvebirin û 12ê kewçêrê dest pê dikin. Dawiya hefteyê saeta di navbera 06:00 û 09:00ê de rahênan dest pê dikin.
Spora spêdê li parkên mîna Anitpark, Koşuyolu, Parka Şehîdên 15ê Tîrmehê û Meydana Bajêr her şemî û yekşemê saet di navbera 06:00 û 09:00ê de tên pêkanîn. Di her parkê de rahênerên jin û mêr ên pispor dê vî karî bikin.
