Şaredarî li Turkelîya Sînopê rêyên alternatîf vedike
Şaredariya Bajarê Mezin, li Turkelî ya Sînopê li şûna rê û rêbarên ji ber lêmiştê hilweşiyane rê û rêbarên nû vedike.
Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin li Turkeliyê rêyên ji ber lehiyê hilweşiyane û hatûçûn ser wan birîyaye ji nû ve çêdike û ji bo welatî hatûçûna xwe bikin rêbarên alternatif jî vedike.
Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin li cihê lêmiştê di hawara welatiyan de xizmetê didomîne û di navbera navçeya Turkelî û gundê Sarmaşik de 6 hezar û 500 metir rêyeke nû ji bo xizmeta welatiyan vedike. Heta niha ekîban ji sedî 50 ev rê temam kiriye û xebatên wê berdewam in.
Ekîbên şaredariyê dê di nava 3 rojan rêya nû çeke û bixe ber xizmeta welatiyan.
Şaredariya Bajarê Mezin ligel ekîbên DÎSKÎ’yê, heta ku şopên lêmişta li Tirkelîya Sînopê û Bozkurta Kastamonuyê nemînin dê di xizmeta welatiyan de be.
