Şaredarî paqijiyê li derobera Gorên Pêxemberan dike
Şaredariya Bajarê Mezin, li navçeya Gêlê, li derobera Gorên Pêxemberan seferberiya paqijiyê da destpêkirin.
Serokatîya Daîreya Kontrol û Parastina Jîngehê ya Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo bajarekî pak û paqij xebatên xwe didomîne. Ligel xebatên navenda bajêr, ekîbên paqijiyê yên bi ser şaredariya bajarê mezin, li navçeya Gêlê, ji bo derobera Gorên Pêxemberan jî seferberiya maliştin û paqijiyê da destpêkirin.
Mebesta vê seferberiyê ew e ku şûnwarên dîrokê paqij bike, bi vê mebestê, ekîbeka mezin zend û bendên xwe badan û gelaşê derdora Gorên Pêxemberan ramalişt. Gelaş ji bo Bazgeha Gelaşan a Şaredariya Bajarê Mezin hatin veguhastin. Xelkê Gêlê ji ber vê xebatê kêfxweşiya xwe anî ziman û spasiya rayedarên şaredariyê kir.
