Şaredarî “Pergala Danesaziya Binesaziyê” datîne
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo di xebatên binesaziya bajêr de rê li rêbaza “Lêke, Rûxîne, Çêkeve” bigire, bi mebesta pêkanîna kordînasyona navbera saziyan “Pergala Danesaziya Kordînasyona Binesaziyê” damezrand.
Şaredariya Bajarê Mezin, li ser giliyên welatiyan ên wekî, “Vê derê berî du rojan hate kolan, hate girtin. Va ye dîsa tête kolan.” û dibû sebeba îsrafa çavkaniyan xebata damezrandina kordînasyona karûbarên binesaziyê da destpêkirin.
Serokatiya Daîreya Danesaziyê, li ser daxwaza Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, “Pergala Zanista Erdê” ku bi ser “Navenda Kordînasyona Binesaziyê” ve be da ku hemû xebatên binesaziya bajêr pê bêne şopandin, saz kir.
Ekîban qonaxa nivîsbariya vê pergalê qedand, niha daneyên hemû saziyên bajêr li vê pergalê bar dike û xebatên xwe didomîne.
Plansaziya statejîk a saziyan li pergalê tê barkirin
Serokê Daîreya Danesaziyê Erkan Karakeçî, der barê pergalê de got ku ew ê hemû sazî û dam û dezgehên bajêr têxin nav vê pergalê.
Karakeçî bi bîr xist ku hemû agahîyên binesazî û plansaziyên stratejik ên şîrketên ava vexwarinê, xeta ava barînan, elektrîk, gazê, telekomînasyonê dê di vê pergalê de hebin û got ku, saziya ku dixwaze li cihekî karê kolandinê bike dê bi saya vê pergalê bibîne ka berê li wê derê çi xebat hatine kirin.
Karakeçî, weha axivî:
“Em dikarin bibêjin ku me nexşeya binesaziya Diyarbekirê derxist. Ji ruxsedê bigire hemû agahiyên der barê cihekî ku kolan lê bête kirin dê li ser pergalê hebin. Ji ber ku hemû dane dê li derekê bêne berhevkirin saziya ku dê xebatê bike dê van agahiyan bibîne û plansaziya xwe çêke. Bi vî awayî dê rê li ber ‘Lêke hilweşîne çêke’ bê girtin.
Ji bo kolandinê serlêdan ji ser pergalê tê kirin
Sazî an jî fîrmayên berpirsyar ji bo destûrê der barê kolandinê de bistînin dê ji ser pergalê serlêdana xwe bikin û got heta ku AYKOME li ser pergalê destûra wê serlêdanê neke tu kes nikare xebatê bide destpêkirin.
Rê li ber îsrafê tê girtin
Karakeçî, diyar kir ku sazî şûna yek bi yek serlêdana xwe bikin dê karibin ji ser pergalê serlêdana xwe bikin û weha axivî:
“Bi vê pergalê re hemû xebatên kolandinê dê li ser pergalê qeyd kirî bin û ji ber çêbûna kordînasypneke tekûz dê rê li îsrafê jî bête girtin. Navenda Kordînasyona Binesaziyê heta meha mijdarê dê vê pergalê saz bike, daneyên hemû dam û dezgehên bajêr lê bar bike û bixe ber xizmetê.”
