Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Şaredarî perwerdeya îtfaiyê dide xwendekaran

Şaredariya Bajarê Mezin, bi boneya Hefteya Îtfaiyê ji bo xwendekaran bernameya perwerdeyê li dar xist.

Şaredariya Bajarê Mezin, bi boneya Hefteya Îftaiyê ku di navbera 25 îlon û 1’ê kewçêrê de birêve diçe, perwerdeya teorîkî û pratîkî saz dike.

Erkdarên Serokatiya Daîreya Îtfaiyê, xwendekar, der barê agirpêketina ji ber LPG û gazê, şewitpêketina li kargeh û avahiyan de, der barê jehrketina bi gazê û dûkêlê de agahdar kirin.

Xwendekaran bi cilên îtfaiyê rahênan kirin

Neferên îtfaiyê di dersa pratîkî ya li Dibistana Gazî ya li Taxa Şehîtlixa Yenîşehirê de cilên îtfaiyekaran li xwendekaran kirin û bi rahênanekê nimûneya destwerdana li agirpêketinê tetbîq kirin.

Xwendekarên ku bi pratîkî dît ka çawa destwerdan li şewatan tê kirin, pirsên meraqkirî arasteyî perwerdekaran kirin.

Hate zanîn ku bi boneya hefteya îtfaiyê dê bernameyên şaredariyê berdewam bin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan