Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Şaredarî Rêya Hîpodromê nû dike

Şaredariya Bajarê Mezin, Rêya Hîpodromê ku li navçeya Çinarê ye nû kir.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo welatî hatûçûneke rehettir bikin xizmetên xwe bêrawestand didomîne.

Serokatiya Daîreya Rê û Rêbaran û Kordînasyona Binesaziyê, rêya Hîpodroma Diyarbekirê ji nû ve bi serober kir, asfalt, peyarêk û ronahiyên wê ji nû ve saz kirin.

Rêya Hîpodromê ku 700 metir dirêjahiya wê heye, ji nû ve hate qîrkirin, rê bo 8 metirî hate firehkirin û 2 hezar û 800 metrekup kevir dagirte kortên wê. 2 hezar û 275 metrekup binaxe li rê hate mezaxtin û hezar û 400 metir jî asfalta germ lê hate kirin.

Ekîbên ku xebata nûkirina asfaltê pêk anîn, peyarêk bo 5 metrî fireh kir û 2 hezar û 800 metrekare hate raxistin û xebatên dabînkirina lempeyên ronîkirinê berdewam in.

Tê çaverêkirin stûnên lempeyê di nava 3 rojan bête daçikilandin û ev rê bi awayê nûvekirî ji bo xizmeta welatiyan bête pêşkêşkirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan