Şaredarî “Roja Zexîreya Cîhanê” pêşwazî dike
Serokatîya Daîreya Tenduristî ya Şaredariya Bajarê Mezin, bi boneya Roja Zexîreya Cîhanî fêkiyên demsalî li xwendekaran belav kirin.
Roja Zexîreya Cîhanî her sal 16ê kewçêrê bi hêmayeke cuda tê pêşwazîkirin, îsal bi hêmaya “Xwedanbûna Bijûn” tê pîrozkirin. Bi boneya roja zexîreya cîhanî Serokatîya Daîreya Tenduristî ya Şaredariya Bajarê Mezin hin aktîvîte li dar xistin.
Di çarçoveya aktîvîteyan de ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin çûne Dibistana Îskenderpaşa ya li Sûrê û li wir sînevîzyonek bi boneya vê rojê da pêşandan. Di sînevîzyonê de der barê xwendanbûna bijûn de agahî hatin dayîn û paşê ekîban fêkî li xwendekaran belav kirin.
