Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Şaredarî û Ajansa Qerejdaxê bo projeyekê li hev kir

Şaredariya Bajarê Mezin û Ajansa Geşedanê ya Qerejdaxê ji bo çêkirina “Mala Bêhnvedanê” ya Navenda Sexbêrîkirina Bi Roj a Kesayetên Xwedî Pêdiviyên Taybet li hev kir û seba wê protokolek îmze kir.

Ji bo girêbesta “Mala Bêhnvedanê” Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Ayhan Kardan û Sekreterê Giştî yê Ajansa Geşedanê Hasan Maral û Serokê Daîreya Xizmetên Civakî Hayrullah Akyildiz beşdarî merasîma îmzekirina protokolê bûn.

Sekreterê Giştî Ayhan Kardan di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ev projeyeke gelek giring e û divê zûtir bihata pêkanîn.

Kardan bi bîr xist ku ji roja Walî Munîr Karaloglu hatiye ser kar û vir de jê xwestiye ku ji bo astengdaran Malên Bêhnvedanê bêne kirin û aşkere kir ku li Şehîtlix û Peyasê malên bêhnvedanê têne çêkirin û jis edî 95’ê wan amade bûne.

Kardan aşkere kir ku ew ê malên bêhnvedanê bidin ber xizmeta welatiyên astengdar û der barê mijarê de agahiyên berfireh dan.

Sekreterê Giştî yê Ajansa Qerejdaxê Hasan Maral jî bi bîr xist ku ev proje bi buhayê 1,5 milyon lîre ye û got ku ji 1,1’ê vê di çarçoveya bernameya piştgiriya pêşketina civakî de tê terxankirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan