Şaredarî xebatên çaksaziya otogaran dike
Şaredariya Bajarê Mezin, li otogarên bajêr xebatên çaksaziyê dan destpêkirin.
Şaredariya Bajarê Mezin, li otogarên navçe û bajêr ku her roj bi sedan kes bi kar tînin, ji sertapê xebatên çaksaziyê dan destpêkirin.
Serokatiya Daîreya Karûbarên Fenî, li ser Otogara Nava Bajaran a Diyarbekirê (DÎŞTÎ) û Otogara Navçeyan a Rojava xebatên çaksazî û venêrtinê dan destpêkirin.
Rûyê der û hundir ê otogarên tê boyaxkrin, li cihên pêwist zirîc û sîwax tê kirin, tesîsatên elektrîkê tê çêkirin û banên herdu otogaran jî tên nûkirin.
Ekîb dê hawirdora otogaran bi pejanên panelan vegire, li zemîna xirabûyî jî dê bazalt û parke deyne.
