Şaredarî, xebatên dermankirinê dike
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li park û cihên çiravîn bi mebesta parastina tenduristiya gel dijî qijnik û kêzikan dermanan direşîne.
Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li park û cihên çiravîn bi mebesta parastina tenduristiya gel dijî qijnik û kêzikan dermanan direşîne. Xebata dermanreşandinê bi 6 wesayitan û 21 xebatkaran tê meşandin. Dermankirinê 11ê nîsanê dest pê kiriye û heta 28ê nîsanê didome. Di xebatê de hezar û 20 lître dermanê “Herbîsît” tê bikaranîn.
Bi vê xebatê, rê tê girtin ku qijnik li cihên hêşîn peyda bibin, bo berbelavbûna ahpîtan jî heta asteke bilind bergirî tê kirin. Ji bo mar û dûpişkan jî kukurt li van deveran tê reşandin.
Xebata demankirinê, ligel park û cihên çiravîn ên bajêr, dê li 17 navçeyan jî bi awayekî rutin bêt meşandin.
