Şaredarî xizmeta terapîya bi hespan dide
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo astengdarên 4 heta 12 saliyê terapîya bi hespan daye destpêkirin, ev xizmetguzariya şaredariyê dewam dike.
Midûrtiya Şaxa Astengdaran a bi ser Serokatîya Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo astengdarên 4 heta 12 salî terapîya bi hespan a bêpere daye destpêkirin. Bi tevkariya TJKê li Hipodrûma Diyarbekirê ev xizmet bo zarokên astengdar tê bicihanîn, 15 zarok ligel malbatên xwe beşdarî vê terapiyê bûn. Perwerde, bi destê perwerdekarên pispor ên TJKê ve hate kirin.
Li cihê perwerdeyê astengdar bi çavdêriya perwerdekaran li hespan hatin siwarkirin û li meydanê gerîyan. Bi vê perwerdeyê, zarokên astengdar dest û lingên xwe baştir bi kar tînin, rastir dikarin binêrin.
Serokatîya Daîreya Xizmetên Civakî ragihand, ji bo zarokên wan bikaribin ji vê terapiyê sûdê werbigirin dikarin li Midûrtiya Şaxa Astengdaran a li Sumerparkê daxwaza xwe ji rayedaran re bigihînin.
