Şaredariyê aşûre li jinan belav kir
Şaredariya Bajarê Mezin, bi boneya meha Muheremê, aşûre ku sembola dostanî û hebandinê ye îkramî jinan kir.
Şaredariya Bajarê Mezin, bi boneya destpêkirina heyva Muheremê, ku 9’ê tebaxê ye, li Navenda Jiyanê ya Jinan a li Parka Koşuyoluyê bi ser navçeya Baglarê ve aşûre li jinan belav kir.
Bernameya aşûreyê ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Jinan û Malbatê ve hate birêvebirin û bi boneya giringiya wê gotar hatin pêşkêşkirin û ayetên Quranê hatin xwendin.
Piştî bernameya aşûreyê, Şaredariya Bajarê Mezin, cure cure diyarî li zarokên wan jinên beşdarî bernameya Navenda Jiyanê ya Jinan bûne, belav kirin.
