Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Şaredariyê aşûre li nexweş û xizmên nexweşan belav kir

Li mêvanxaneya ku nexweş û xizmên nexweşan lê tên ezimandin bi boneya Hefteya Aşûreyê bernameyek hate lidarxistin Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu beşdarî vê bernameyê bû.

Li Diyarbekirê, ji bo nexweşên derveyî bajêr tên û xizmên wan pê re ne, mêvanxaneyek şaredariyê heye, li vê derê ji aliyê Midûrtiya Şaxa Xizmetên Mêvanxane û Wargehan a bi ser Serokatîya Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin, bi boneya Hefteya Aşûreyê bernameyek hate lidarxistin. Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Muhsîn Eryilmaz, serekên daîreyan û mêvanên mêvanxaneyê di bernameya aşûreyê de amade bûn.

Walî Guzeloglu daxwaza sax û silametiyê li nexweş û xizmên wan kir û got, ev meh meha Aşûreyê ye, em di meha Muharemê de ne. Vê mehê, li Kerbelayê Hz. Huseyîn hate şehîdkirin. Êşa wê dilê me dax dike. Bila Xwedayê mezin çi êşên girantir nede. Xwedê hevgirtin û yekitiya me ji nav nebe. Em hewl didin vê derê xizmeta we bikin. Gava hûn li Diyarbekirê tedawî dibin, em dixwazin vê derê barê we hinekî siviktir bikin. Armanca me ew e ku hemû çavkaniyên milletî bidin ber xizmeta milletê xwe. Xwedê me fihêt neke, Xwedê xizmetkirina we bike nesîbê me.

Piştî axaftina Walî, aşûreya ji aliyê Midûrtiya Şaxa Xizmetên Mêvanxane û Wargehan a bi ser Serokatîya Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin ve hatiye amadekirin, li nexweş û xizmên nexweşan hate belavkirin. Nexweş û xizmên nexweşan kêfxweşiya xwe bi vê bernameyê anîn ziman û spasiya Rêzdar Guzeloglu û rayedarên Şaredariya Bajarê Mezin kir.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan