Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Şaredariyê berî Îda Qurbanê goristan paqij kirin

Şaredariya Bajarê Mezin, berî Îda Qurbanê li goristanên bajêr xebata paqijiyê meşand.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo welatî Cejna Qurbanê bi awayekî di nav aramî û hizûrê de derbas bikin di gelek waran de xizmetguzariyê dimeşîne.

Serokatiya Daîreya Karûbarên Tenduristîyê û Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê, ji bo welatî arefeya Cejna Qurbanê û roja ewil a îdê bi awayekî rehet û aram serdana miriyên xwe yên li goristana Yenîkoy, Şehîtlîx, Alîparê, Deriyê Mêrdînê û Çîftehawuzan karûbarên paqijî û xawênkariyê meşandin.

Di xebata paqijiyê de 107 karmendan, rê şûştin û ji gend û gilêşan maliştin. Amûra şûştina rêyan rêyên sereke û peyarêkên goristanê bi ava şid paqij kirin. Amûra maliştinê jî hawirdora rê û rêbaran ji qirşikan malişt.

Di xebata paqijkirinê de 107 karmendên paqijiyê kom bi kom belav bûn û hawirdor û nava goristanan ji gend û gilêşan paqij kirin.

Piştî ku gend û sergoya li goristanan hate komkirinê, ji bo berterefkirinê ew ji bo dezgehên jinavbirina sergoyan ên Şaredariya Bajarê Mezin hatin veguhastin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan