Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Şaredariyê bi plenta ziftê 826 hezar lîre teserif kir

Şaredariya Bajarê Mezin, bi plenta ziftê ya nû standî di 70 rojan de 826 hezar û 250 lîre teserif pêk anî.

Bi dest bi karkirina Walî Munîr Karaloglu re şaredariyê dest pê kiriye xebatên xwe bi hişmendiyeke bi teserifker bimeşîne, vê hişmendiyê bandora xwe nîşan da.

Şaredariya Bajarê Mezin, bi daxwaza walî Karaloglu plenta ziftê nû kir, di dezgeha ku di saetekê de 160 ton qîrê çêdike, êdî bi plenta nû re ku bi gaza xwezayî dixebite di saetekê de karibe 240 ton qîra germ hilpişkîne.

Serokatîya Daîreya Rê û Rêbaran û Kordînasyona Binesaziyê, plenta ku bi kalorîferê dixebite adapteyî gaza xwezayî kir û 23’ê hezîranê de xiste dewrê.

Di 70 rojan de 36 hezar û 142 hezar ton asfalt çêkir

Çawa ku plenta nû ya bi gazê dixebite û dostê jîngehê ye ket dewrê di dezgehê pişkînê de berhemanîn 3 carê xwe zêde bû û di 70 rojan de 36 hezar û 142 hezar ton qîr hilberand.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo konfêra di warê hatûçûnê de bilindtir bibe di deverina bajêr xebatan dimeşîne û di encama xebata 70 rojan de 826 hezar û 250 lîre ji lêçûnê teserif kir.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan