Şaredarîyê eyda pîr û kalan pîroz kir
Şaredariya Bajarê Mezin, di Cejna Qurbanê de serdana pîr û kalên di ser 60 saliyê re kir û ew bi tenê nehiştin.
Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, bi taybetî ew pîr û kalên bi tena serê xwe dijîn û di eydê de çavê wan li derî ye, ji bo eyda xwe xemgîn derbas nekin, zend û bend şidandin.
Serokatiyê di bin banê xwe de hin komên têkildar saz kirin, van koman şekirok û gulav hilda cem xwe û çûn eydaniya pîr û kalan û dilê wan şa kir.
Serokê Daîreya Xizmetên Civakî Hayrullah Akyildiz, di mêvaniya mala pîr û kalan de guhdarî derdê wan kir û Cejna Qurbanê li wan pîroz kir.
Kal û pîran ji ber vê serdana eydaniyê kêfxweşiya xwe anîn ziman û ji ber vê sohbeta xweş a di rojeke weha pîroz de spasiya Şaredariya Bajarê Mezin kirin.
Xizmetên venêrîna li malê berdewam e
Beşa Pîr û Kalan ku di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî de hatiye avakirin, pîr û kalên bi tena xwe li malê dimînin û nikarin pêdiviyên xwe bînin cih, xizmeta venêrîna li malê jê re dabîn dike.
Beşa Pîr û Kalan, her weha ji bo pîr û kalên di ser 60 saliyê re jî xizmeta refeqatê dike, heke nexweşiyên wan hebin wan dibe nexweşxaneyan û yarmetiyê pê re dike.
Her weha Beşa Pîr û Kalan, ji bo karûbarên razîkirina fatureyan, xizmetguzariyên li dam û dezgehên dewletê jî destê van pîr û kalan digire û yarmetiya wan dike.
