Şaredarîyê Haci Bektaşê Welî bi bîr anî
Xwendekarên Malên Zanînê û Akademî Lîseya di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin de, bi bernameyekê 750. salvegera mirina Haci Bektaşê Welî yad kir.
Şaredariya Bajarê Mezin, bi boneya 750. salvegera mirina Haci Bektaşê Welî ku yadkirina wî di nav yadnameyên UENSCO’yê de ye, bernameyeke yadkirinê li dar xist.
Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê, di bernameya yadkirina Haci Bektaşê Welî de ku her sal di navbera 16-22’ê tebaxê de tê lidarxistin gelek xwendekar kirin mêvan.
Di bernameyê de, mamoste û xwendekaran der barê Haci Bektaşê Welî de agahî dan û jiyannameya wî xwend. Xwendekaran der barê mijarê de pirs kirin, mamosteyan bersivandin.
