Şaredariyê nivîsa “pêşî peya” li rêyan kir
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi mebesta di trafîkê de rê bidin peyayan, li navenda bajêr lir ê û cadeyên trafik li ser zêde bi du zimanî Kurdî û Tirkî nivîsên hişyariyê tên lêkirin.
Serokatîya Daîreya Veguhastinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, piştî ku Wezareta Navxweyî sala 2019an “Sala di Trafîkê de Pêşî Peya” îlan kir, li navenda bajêr, bi kurdî û tirkî li derên trafik zêde li ser heye, nivîsa “Pêşî Peya” nivîsand. Nivîsên bi vî awayî bi hêmayên dîtbar tên destekkirin.
Di van nivîsan d hişyarî li şofêran tê kirin ku pêşiyê rê bidin peyayan û ev nivîsîn li ser derwazeyên li Bulvara Qamişlo ya li Baxcilarê hatin nivîsandin. Ev nivîs bi tirkî û kurdî hatine lêkirin û ji bo nivîs jê necin jî madeya jênebir bi ser de tê reşandin.
Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta ewlehîya canê peyayan ev nivîs bi hêmanên dîtbarî tên destekkirin û dê li rêbwarên pêwist bên lêkirin.
