Şaredarîyê perwerdeya îtfaiyê da xwendekaran
Bi boneya Hefteya Îtfaiyê ku her sal di navbera 25ê îlonê û 1ê kewçêrê de tê pîrzokirin, Şaredariya Bajarê Mezin, li Dibistana Mola Guranî ya li taxa Baxcilara Baglarê der barê wezîfeyên îtfaiyê de dersa pratîk û teorik da xwendekaran.
Bi boneya Hefteya Îtfaiyê ku her sal di navbera 25ê îlonê û 1ê kewçêrê de tê pîrzokirin, Şaredariya Bajarê Mezin, li dibistanan perwerdeya teorik û pratîk dide xwendekaran. Ekîbîn bi ser Serokatîya Daîreya Îtfaiyê, li Dibistana Mola Guranî dersa îtfaiyê da xwendekaran û der barê amûrên îtfaiyê, cil û bergên wan de perwerdeya teorik û pratîk da.
Bernameya perwerdeyê bi dersa teorik dest pê kir û paşê bi dersa pratîk dewam kir. 300 xwendekar beşdarî van dersan bûn. Bi boneya pratîkê, li Dibistana Mola Guranî bi serperiştiya neferên Îtfaiyê rahênana agirvemirandinê, hawarçûnê jî hatin taqîkirin.
Hate diyarkirin, bi boneya Hefteya Îtfaiyê rahênana li dibistanan ya ji aliyê neferên îtfaiyê ve dê dewam bike.
