Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Şaredariyê ‘Peykerê Çandê’ ser rêya zanîngehê daçikand

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ‘Peykerê Çandê’ ku ji aliyê Atolyeya Hunerê ve bi kereseyê avêştinê hate çêkirin, li ser cadeya Hayatî Avşar a Zanîngehê Dîcleyê bi cih kir. Hevşaredar Dr. Selçûk Mizrakli saxtîya peykerî kir û spasiya kesên tê de keda wan heyî, kir.

Serokatîya Daîreya Park û Baxçeyan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di Atolyeya Hunerê de bi kesereyên avêştinê berhemên hunerî çêdike û li deverên cuda cuda yên bajêr dadiçikîne. ‘Peykerê Çandê’ ji pelaxê daran ên parkan û bermahiyên kevirê bazalt hate çêkirin û li Cadeya Hayatî Avşar a Zanîngeha Dîcleyê hate bicihkirin. Hevşaredar Mizrakli sehêtî li vî peykerî kir. Der barê peykerî de Mizrakli bi peykertiraş Salih Çoşkun re şêwirî û spasiya kesên tê de keda wan heyî, kir.

Salih Çoşkun, der barê mijarê de agahî dan û bi bîr xist ku berî niha jî wan ji kereseyê avêştinê peykerên weha çêkirin û li hin cade û bulvaran bi cih kirine.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan