Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Şaredarîyê pîr û kal ezimandin

Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu ligel hevjîna xwe Ayşe Guzeloglu, di xwarina şîvê ya Şaredariya Bajarê Mezin de amade bûn. Xwarin şaredariyê bi boneya 1ê Kewçêrê Roja Pîrûkalan a Cîhanê da û êxtiyar hatin vexwendin.

Serokatîya Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin, bi boneya 1ê Kewçêrê Roja Pîrûkalan, li Qesra Gazî xwarinek li dar xist. Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu ligel hevjîna xwe Ayşe Guzeloglu, serekê daîreyan, Midûrê Bajêr ê Xizmetên Civakî û Malbatê Halit Açar û gelek pîr û kal di şîvê de amade bûn. Walî Guzeloglu û hevjîna xwe, yek bi yek li maseyên mêvanan gerîya û hal û hewalên wan pirsî.

Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, di bernameya xwarinê de bi êxtiyaran axaftinek kir û bal kişand ser vê roja giring. Walî Guzeloglu, behsa qedrê pîr û kalan kir û aşkere kir ku hem wek parêzgarî hem jî wek şaredarî ji bo êxtiyaran ji hurmeta pêwist û hevkarî lazim be ew dikin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan