Şaredariyê Roja Parastina Heywanan a Cîhanê pîroz kir
Şaredariya Bajarê Mezin, 4ê Kewçêrê Roja Parastina Heywanan a Cîhanê, li Navenda Rehabîlîtekirin û Xwedankirina Heywanan ku 700 pisîk û seyên tûle lê têne vehewandin, bi beşdariya xwendekaran pêşwazî kir.
Şaredariya Bajarê Mezin, bi boneya 4ê Kewçêrê Roja Parastina Heywanan a Cîhanê bernameyek li dar xist. Bername li Navenda Rehabîlîtekirin û Xwedankirina Heywanan pêk anîn, Serokê Daîreya Karûbarên Tenduristiyê Mustafa Kortulan, Dekanê Fakulteya Beyteriyê ya Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Aydin ketan, Nûnera Diyarbekirê ya Federasyona Mafên Heywanan Sevgi Emekçiler û xwendekar di bernameyê de amade bûn. Xwendekar, bi servîsên Şaredariyê bo Navendê hatin veguhastin, xwendekaran bi xwe re bo heywanan mama anîn. Beyteran pêşwazîya xwendekaran kir, xwendekarn li navendê gerîyan.
Navenda Rehabîlîtekirin û Xudankirina Heywanan, di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin de kar dike û malovaniyê li 700 kêtik û kûçikên bê xwedan dike. heywanan tûle û serberdayî, ji aliyê navendê ve tên wergirtin û li vê derê tên dermankirin. Qismek ji wan xwedanî li wan tê kirin û heywanhez wan dibin mala xwe.
