Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Şaredariyê semînerek der barê hepatîtê pêk anî

Şaredariya Bajarê Mezin, xwendekarên Mala Zanînê der barê nexweşiya hepatîtê de agahdar kirin.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê, ji bo xwendekarên li Malên Zanînê perwerdeya xwe didomînin semînera der barê Hepatîtê de li dar xist.

Di semînerê de, mamosteyên rêber, der barê sedem, nîşane û virûsên hepatîtê de xwendekar agahdar kirin.

Perwerdekaran der barê nexweşiyê de kurtefîlmek nîşan dan û bal kişand ku nexweşiya zerik/hepatîtê di warê tenduristiyê gel de pirsgirêkeke giran e û got gelek caran ev nexweşî bêyî nîşaneyan bi pêş dikeve.

Di semînerê de der barê parastina ji vê nexweşiyê, rêbazên dermankirinê de agahî hatin dayîn û piştî bersivandina pirsên xwendekaran semîner bi dawî bû.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan