Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Şaredariyê sêwî li Gêlê gerandin

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, 50 zarokên sêwî li Gêla ku pawan û şûngehê bawermendiya bajêr e, gerand. Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî, bi mebesta nirxên çandî û dîrokî yên bajêr bi welatiyan bide naskirin bernameyên cur bi cur li dar dixe.

Bernameya vê hefteyê ya geştûgûzarê ji aliyê “Komela Wefa Bo Biratiyê ya Andayê” ve hate lidarxistin, bi vê mebestê 50 zarokên sêwî birin Gêlê û li şûngehên tarîxî gerandin.

Bernameya geştûguzarê bi serperiştiya rêberên pirspor ve hate birêvebirin û zarok der barê Goran Pêxemberan û Girê Ziyaretî, Keleha Asûr û Gorên Şahînşahan ên li Latan de hatin agahdarkirin.

Di gerûgeştê de materyalên danasîna bajêr diyarî zarokan hatin kirin û paşê zarokên sêwî bi kelekê li Bendava Dîjleyê gerandin û bermane bi îkraman bi dawî hat.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo hişmendiya xwedîderketina li bajêr û nirxên wê zêdetir bibe dê bernameyên cur bi cur li dar bixe.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan