Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Şaredarîyê ‘Turnuva Kişika Kuçeyan’ li dar xist

Şaredariya Bajarê Mezin û Federasyona Kişikê ya Tirkiyeyê bi mebesta zarokan bi kişikê re bigihînin hev û bala wan bikêşin ser ‘Turnuva Kişikê ya Bi Xelat” li kuçeyan li dar xist.

Serokatîya Daîreya Xizmetên Spor û Ciwanan a Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta bala zarok û ciwanan bikêşe ser kişikê, ‘Turnuva Kişika Kuçeyan’ li dar xist. Turnuva, Şaredariya Bajarê Mezin û TSFê bi hev re li Meydana Deriyê Çiyê li dar xist, Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Muhsîn Eryilmaz, Serokê Daîreya Xizmetên Spor û Ciwanan Akin Erîm, perwerdekarên TSFê û 120 kişikbaz ligel malbatên xwe tê de amade bûn. Di pêşbirkê de Koroya Muzîkê ya Şaredariya Bajarê Mezin stran gotin. Di encama turnuvayê de sertîfîka dan beşdaran.

Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Muhsîn Eryilmaz der barê turnuvayê de got ku wek şaredarî wan daye ber xwe ku projeyên çandî, sosyal, di her kategoriyê de xebatên weha bi pêş bixin. Mebesta van xebatan teşwîqkirina zaron û ciwanan bo ser sporê ye hem jî, da ku di jiyana komlegehê de jîr bin û herin pêş.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan