Şaredariyê xwendekarên nû yên mêvanxaneyê li bajêr gerandin
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo xwendekarên keç ên nû qeyda xwe li Mêvanxaneya Keçikan kirî ger û geşteke bajêr li dar xist.
Şaredariya Bajarê Mezin li Mêvanxaneya Şevnişîn a Keçikan perwerdeya amadekariya zanîngehê dide keçikên malbatên wan desteng, serdema 2021-2022 ya mêvanxaneyê dest pê kir.
Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê, piştî ku karûbarên qeyda li mêvanxaneya şevnişîn bi dawî hatin dest bi lidarxistin çalakiyên çand û hunerî kir.
Xwendekaran ji çalakiya “Bigere-Bibîne-Binase” sûd wergirt, li şûnwarên dîrokî yên bajêr hatin gerandin.
Di çarçoveya bernameyê de, xwendekar bi dorê li Zanîngeha Dîcleyê, Keleha Artuqî ya li Keleha Navîn, Dêra Saint George û Mizgefta Hezretî Silêman gerîyan û serdana şûngehên dîrokî yên li nav sûran kirin.
Rêberên ger û geştê, di geryanê de serperiştî ji xwendekaran re kir.
