Saxtîyên zexîreyê berdewam in
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo welatî karibin xwe bigihînin zexîreyeke pak û bijûn kontrolên xwe yên ser kargehan didomîne.
Serokatiya Daîreya Karûbarên Tenduristî, di bin banê xwe de yekeya Ekîbên Kontrolkirina Zexîreyê saz kiriye, van ekîban li kargehên zexîrefiroş ên li navçeyên Yenîşehir, Baglar, Sûr û Peyasê kontrol kirin û ambarên van kargehan di ber çavan re borandin.
Ekîbên kontrolkirinê, zexîreya dema wan bi ser de borî û xirabûyî desteser dike.
Ekîbên Kontrolkirina Zexîreyê, kargehên ku li derveyî rêgezên kirrîn û firotinê karê danûstandinê dimeşînin jî ceza dike.
6 hezra kargeh ketin ber kontrolê
Di 10 mehên destpêkê yên sala 2021’ê de 6 hezar kargeh ketine ber kontrolkirinê û ji bo xebatkarên van kargehan perwerdeya paqijiyê hatiye dayîn.
Serokatiya Daîreya Karûbarên Tenduristî, malên ku dema xwe a bikaranînê rawirtî û ji bo îadekirinê tên sekinandin ji nav dibe.
Di çarçoveya vê xebatê de 1 ton zexîreya di ambaran de genîbûyî bi awayekî bi tevdîr hate jinavbirin.
