Semînera perwerdeyê ji bo şofêran
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo şofêrên ajokariya wesayitên komsiwariyê dikin, der barê çawaniya têkilîdayinê û kubariyê de qorek perwerdeyê li dar xist.
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo şofêrên li ser otobûsên ku di bin banê wê de dixebitin semînereke perwerdeyê der barê têkilîdayîna bi rêwiyan re pêk anî.
Semîner li Salona Civînan a Alî Emîrî hate lidarxistin û perwerdekar Derûnnas Sadik Sun perwerdeya “Kontrolkirina hêrsê û muemelepêkirina stresê” da.
Di naverroka perwerdeyê de ji şofêran re hate gotin ka divê çawa têkiliyê bi rêwiyan re deynin, divê siwarkirin-peyakirin çawa be, divê dema hêrsê çi bikin.
Di rojên pêş de ji bo xebatkar û karmendên şaredariyê yên di beşên cur bi cur de dê qorên perwerdeyê bêne lidarxistin.
