Serdana KESK’ê ya Mizrakli
Hevserokê Giştî yê Konfederayona Sendîka Karmendên Sazûmana Gelemperî Mehmet Bozgeyîk û endamên wê, serdana Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mirzakli kirin.
Hevserokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk û endamên sendîkayên bi hev re serdana Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mirzakli kirin. Mizrakli, kêfxweşiya xwe ya mazûvaniya mêvanan anî ziman û demekê bi mêvanên xwe re hevdîtin pêk anî.
