Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Serdema nû ya atolyeya zimanên qedîm dest pê kir

Walî Karaloglu:

“Kurdî, Zazakî, Erebî, Farisî, Suryanî, Tirkîya Osmanî hemû nirxên me yên hevpar in. Em bi biryar in ku em vana bijîn û wan bidin jiyandinê.”

Şaredariya Bajarê Mezin, serdema nû ya Atolyeya Zimanên Qedîm ku bi 6 zimanan tê birêvebirin, da destpêkirin.

Serokatiya Daîreya Karûbarên Civakî û Çandî, bi mebesta pêşxistin û geşkirina zimanan dest bi Atolyeya Zimanên Qedîm ku tê de perwerdeya bi zimanê Kurdî, Zazakî, Farisî, Erebî, Suryanî û Osmanî tê dayîn, kir.

Walî Munîr Karaloglu, beşdarî kursa zimanê Kurdî ya li Navenda Çand û Kongreyan a Sezaî Karakoç bû.

Karaloglu di bernameyê de axivî û diyar kir ku bajarê Diyarbekirê dergûşa mirovahiyê ye, 12 hezar sal e vî bajarî malovanî ji çandên cuda, zimanên cuda re kiriye û got, ev bajar navendeke giring a şaristaniyê ye.

Karaloglu bi bîr xist ku Atolyeya Zimanên Qedîm par dest pê kir û 640 kesî sertîfîka heq kirin û got ku vê serdemê jî di 6 beşên cuda cuda de di 18 sinifan de 500 xwendekar beşdarî van kursan dibin.

“Tev nirxên me yên hevpar in”

Karaloglu bal kişand ku ew ê serdema pêş van kursan bi awayekî xurttir bidomînin û weha axivî:

“Hemû zimanên li Diyarbekirê û herêmê pê tê axaftin, her weha zimanê Kurdî, Zazakî, Erebî, Farisî, Suryanî û Tirkîya Osmanî ku em di vê atolyeyê de pê perwerde dibin, tev nirxên me yên hevpar in. Em bi biryar in ku em vana bijîn û bidin jiyandin. Lewra Şaredariya Bajarê Mezin bi vê mebestê dê bernameyên bi vî awayî bidomîne.”

Karaloglu ji bo xwendekar û mamosteyên beşdarî atolyeyê bûne daxwaza serkeftinê kir û piştî sertîfîkayên beşdarên serdema borî li wan belav kirin, bername bi dawî bû.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan