Serdema nû ya Mala Dengbêjan dest pê dike
Şaredariya Bajarê Mezin, serdema nû ya “Mala Dengbêjan” ku yek ji giringtirîn sembolên bajêr e û her roj bi sedan kes lê dibin mêvan, bi bernameyên rengîn vedike.
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo çanda dengbêjiyê di navbera duh û îro de bibe pire û ev kevneşopî bigihêje siberojê xebatên xwe didomîne.
Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî, bi dengbêjên Mala Dengbêjan a ku li navçeya Sûrê ya Diyarbekirê ye dest bi serdema nû ya xwe dike. Amadekarîyên bernameyan bi encam bûn.
Dengbêjên ku rûdanên tarîxî û çandî li gorî miqameke musîqeyî bi awayekî wêjeyî ji civakê re dibêjin, ji 21’ê îlonê pê de ji bilî roja duşemê her roj dê ji bo mêvanan kilamên xwe bibêjin.
Vê serdemê dê dîwanên dengbêjiyê bêne danîn û dengbêjên ji bajarên derdorê jî bo dîwanê bêne xwendin.
Mala Dengbêjan salane 96 hezar kesî dike mêvan û her roj di navbera saet 10.00 û 17.00ê de dengbêj dê li vir bi stranên xwe pêşberî mêvanan bin.
Dengbêj, bi stran û kilamên xwe, deng û awaza xwe dê ji mêvanan re pêşkêş bikin.
Bernameya vekirina serdema nû 21’ê îlonê saet 12.00’ê dest pê dike û ev aheng dê li ser hesabên medyaya civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin rastewxo bête weşandin.
