Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Serekkeşeyê Mêrdînê Ozmen serdana Mizrakli kir

Serekkeşeyê Suyaniyên Mêrdînê Fîlûksînos Salîba Ozmen, serdana Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mizrakli kir.

Serekkeşeyê Suyaniyên Mêrdînê Fîlûksînos Salîba Ozmen, ligel nûnerên Civata Suryaniyan serdana Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mizrakli kir.

Mizrakli kêfxweşiya xwe bi serdanê anî ziman û got ku em kêfxweş in ku nûnerên civakeka qedîm a vê erdê li vê derê pêşwazî dikin û got, “Gava em dikevin dû şopa pêyên xwe, ew devera şûnpêyên me digihîjin hev dilê me jî li wir digihêje hev. Mirovên ku demeke dirêj a dîrokê xwedî wê feraseta pêkvejiyanê ne û baweriya xwe parastine, vê mîrateya xwe jî ji civakên dû xwe re dihêlin. Ne tenê van rojan, sal 365 rojan, dil bi dil, mil bi mil me hay û dilê xwe daye hev. Ev jî dewlemendiya herî mezin a vê erdnîgariyê ye.”

Ozmen jî bal kişand ku heke Amed û Mêrdîn bi çandî û bi civakî li ser xwe mabin, ev yek ji bo her kesî şansekî mezin e û got, “Herêma me hem pîroz e hem jî mibarek e. Xwedî nirxên bêhevta ye. Lewre jî heke em ronakbîr û ramanên me, bihêlin ji hev hez bikin, hurmeta hevdu bigirin, ev yek dê ji bo herêma me, Tirkiye û cîhanê gelekî baş be. Van demên dawîn em rûbirûyê pirsgirêkên etnîkî, civakî, çandî û siyasî ne. Heke me ji hev hez kir, hurmeta hevdu girt û xwedîtî li nirxên xwe kir, em dikarin van kêşeyên xwe jî çareser bikin. Bi van hest û dilînan, li ser navê xwe û civata xwe ez di xizmeyguzariya cenabê te ya nû de daxwaza serkeftin û serfiraziyê dikim.”

Piştî hevdîtinê Serekkeşe Ozmen û şanda pê ra, pirtûka “Bayên Keserê” a Hakan Aytekîn û pirtûka “Durrên Çipyayî Dîroka Çarenivîsî ya Suryaniyan” ku Patrîk Efrem Barsawmê 1ê nivîsye, diyarî Hevşaredar Mizrakli kirin. Mizrakli jî burcên Amedê ku li çîniyan neqişandiye kir şûndiyarî bo mêvanên xwe.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan